Li Panos, Erdexan û Amedê coşa Çepên Kesk didome

Partiya Çepên Kesk li Panos, Erdexan û Amedê coşa xwe didomîne.

Partiya Çepên Kesk li navçeya Panosa Agiriyê şahiya jinan lidar xist. Li eywanek dawetê şahî hat lidarxistin. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Zelal Yilmaz, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de bênavber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Zelal Yilmaz di şahiyê de axivî û da zanîn ku wê jin bi hev re vê sîstemê biguherînin û jin pêşengên têkoşînê ne.

Piştî axaftina Yilmaz jinan di şahiyê de demek dirêj govend gerand.

ERDEXAN

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû jî ji bo piştevaniya namzetên Partiya Çepên Kesk ên Erdexanê bike du roj in li bajêr tevlî xebatan bûye. Maçoglû li gel namzetên Erdexanê Ozgur Taniş û Dîcle Akturk gund bi gund geriya û xwest gel destekê bide namzetên Partiya Çepên Kesk. Maçoglû û namzet li her gundan bi coş û peroşek zêde hatin pêşwazîkirin. Maçoglû di serdana gundên navçeya Golanê de axivî û ji xelkê xwest ku piştevaniya namzetên şoreşger bikin.

Maçoglû û namzetan li navenda Erdexanê jî serdana dikandaran kirin û deng xwestin. Dikandaran eleqeyek mezin nîşanî namzetan da.

AMED

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê bi beşdariya namzeta bajêr Ceylan Akça, aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê ya Amedê serdana dikandaran kirin û ji bo mitînga finalê ya Amedê ku sibê dê bê lidarxistin, bang kirin. Her wiha bang hat kirin ku her kes xwedî li sindoqan derkeve. Şandeya Partiya Çepên Kesk ji aliyê welatî û dikandaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Dikandaran û welatiyan ji şandeyê re wiha got: “Em dixwazin rojek beriya rojekî ev pergal bê guhertin û bila êdî ev xizanî ji nava gel rabe. Hêviya me ew e ku hûn li Meclisê li mefên gelê Kurd xwedî derbikevin.”